Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Swîsê yê li Îraq û Urdinê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Swîsê yê li Urdin û Îraqê Hans Peter Lenz û şandeke pê re kir.
Di desptêka civînê de balyozê Swîsê armanca serdana xwe bo Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û got: Dema pîwerdariya min weke balyozê Swîsê li Urdin û Îraqê bidawî hatiye lewre jiber xatir xwestinê min serdana Kurdistanê kir.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de jiber hevkarî û karasaniyên ku ji wan re hatine pêşkêşkirin spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ev hevkariyên han bidomin û têkiliyên navbera Kurdistan û Swîsê jî zêdetir bihêz bibin.
Balyozê Swîsê herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku ev hijmara penaberan li xwe girtiye û her cure xizmetgozariyek pêşkêşî wan kiriye.
Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî hêviya serkeftinê ji balyozê Swîsê xwest û tekez li ser dom kirina hevkariyên hikûmeta Kurdistanê bo balyozxaneya Swîsê ya li Urdin û Îraqê û herwiha xizmet kirina penaberan kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û operasiyona hevbeş ya vê dawî ya hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî bo nehêlana DIŞIê kir.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekezî li ser amadebûna hikûmeta Kurdistanê bo hevkarî û hemahengî kirin li gel hikûmet û saziyên medenî yên Swîsê bo hevkarî kirina penaberan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin