Îro şande hevbeş ya partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin li gel aliyên siyasî yên Îraqê serdana Bexdayê kir.
Di çarçoveya vê serdana han de şanda hevbeş ya PDK û YNKê li gel Serokkomarê Îraqê Fûad Mesûm civiya û di civînê de jî hijmarek ji aliyên siyasî yên Îraqê amade bûn.
Armanca serdana şanda hevbeş giftûgo kirin derbarê ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê ye û şanda hevbeş xwedan projeyeke hevbeş ya Kurdiye.
Tê payîn ew şanda han çend rojan li Bexdayê bimîne û hijmareke civîn û hevdîtinan pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin