'Lihevkirinên têkildarî Bendava Firatê tenê ji bo xizmetguzariyê ne'

rayedarekî rojava behsa bendava tebqayê dike
کوردستان TV
100%

Di demên dawîn de di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û rêjîma Sûriyeyê de der barê hin mijarên xizmetguzariyê û di serî de Bendava Firatê de, lihevkirin pêk hat. Hevserokê Meclisa Zagonsaz ê herêma Tebqayê Hamid El-Ferec der barê mijarê de got ku ev lihevkirin ji bo xizmetguzariyê ne.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec der barê lihevkirinên hatine kirin agahî dan ajansa (ANHA) û got ku di demên dawîn de mijara danûstandinan û lihevkirina der barê Bendava Firatê ya herêma Tebqayê hate belavkirin û wiha dom kir: "Mijar di rastiya xwe de tenê lihevkirineke demkî di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û rêjîma Sûriyeyê de ye. Armanc ji vê yekê jî mijarên xizmetguzariyê ne. Ji ber ku bendav a Sûriyeyê ye û hemû gelê Sûriyeyê ji ceyran û ava wê sûdê werdigire."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.