Li gor jêderên Îraqî Serokwezîrê vê welatî Heyder Ebadî dixwaze di nava postên wezaretên xizmetgozarî de guhertinan bike.
Jêderên Îraqî behsa vê yekê dikin ku piştî berfire bûna xwepêşandanên li parêzgehên Başûrê Îraqê yên li hember nebûna xizmetgozariyan, îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dem bo çend wezîr û wezaretên xizmetgozarî diyar kiriye daku bi awayekî baş xizmetgozariyên cuda cuda pêşkêşî welatiyên Îraqê bikin.
Hate gotin ku Îbadî çend kesên din jî bo erkdar kirina di wezaretên elektirîk, tendirostî û perwerde de amade kiriye û vê bi mebesta baştir kirina xizmetgozariyan di demên pêş de ew kesên han werin erkdarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin