Du pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn

ev du roje topbaran destpê kiriye û zirarên mezin jî gehêştine wan deveran
کوردستان TV
100%

Welatiyeke medenî jî birîndar bû.

Îro dîsa artêşa Îranê bi tundî hin deverên ser bi Sîdekan û Hecî Omeranê topbaran kir.

Di encama topbarana artêşa Îranê de du pêşmergeyên hizba demokrata Kurdistan/ Îranê hatine şehîd kirin û welatiyeke medenî yên ku şêniyên deverê ye birîndar bûye.

Herwiha jiber topbarana artêşa Îraqê agir bi pûş û pawanên deverê ketiye û şêniyên wan deveran jî hewla temrandina agirê didin.

Topbaran Îranê dohê destpê kiriye û bi awayekî hevdem devera Sîdekan û Hac Omeranê hatibû topabarankirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.