Yekîtîya Ewrupa û Japonya peymaneke nû ya bazirganîya serbest îmza kirin ku mezintirîn herêma aborî ya vekirî li cîhanê ava dike û yek ji sê hemî ekonomiya cîhanî dixe nav xwe.
Peyman îro Sêşemê li Tokyo ji alîyê Serokwezîrê Japonî Shinzo Abe, Serokê Konseya Ewrûpa Donald Tusk û Serokê Konseya Ewrûpa Jean-Claude Junker ve hate îmza kirin.
Peymana nû ku ji hêla 28 endamên Yekîtiya Ewrupa tê pejirandin, dawî li 99 ji sedê hemî bacên ser berhemên Japonî, ku têne nav Yekîtiya Ewrûpa, radike.
Di nav berhemên de sektorên wek otomobîl û elektronîk ji Japonya û berhemên çandinî yên wek pênîr, şarab û beraz jî Yekîtîya Ewrûpa hene.
Pispor çaverê dikin ku di çarçoveya peymana nû de firotina berhemên kîmyayî ji Japonya re jî pirtir be.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin