Xwepêşandanên Besreyê li seraserê başûrê Îraqê belav bûn.
Ev xwepêşandana ku hefteya derbasbûyî ji aliyê şêniyên bajarê Besreyê ve hatibû destpêkirin, ev sê roje li piraniya bajarên mezin yên li Başûrê Îraqê belav bûne.
Îro dîsa li gel dom kirina xwepêşandanê li Besreyê hêzên ewlekarî li ser xwepêşanderan golle reşandin û di encam de du welatî hatin kuştin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li bajarê Besreyê tevahiya saziyên hikûmetê ketine destê xwepêşanderan.
Heriwha li bajarên din yên weke Mîsan, Babil, Musena, Necef û Bexdayê jî xwepêşander êrîşî dezgehên fermî yên hikûmetê kirine û saziyên han şewtandine.
Himeta Îraqê jî ji tirsa xwepêşanderan, ev du roje internet qut kiriye.
Ji aliyeke din ve hin welatên cîhanî jî geştên xwe yên asmanî bo Îraqê rawestandine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin