Rûsya karmend û welatiyên xwe veguhast Hewlêrê

Rûsye dibêje karmendên wan nevegerên Besreyê
کوردستان TV
100%

Piştî aloz bûna rewşa Besreyê û dorpêç kirina tevahiya bîr û çalên petrolê yên li vê bajarê ji aliyê xwepêşanderan ve, hikûmeta Rûsyeyê biryareke bilez der kir.

Hikûmeta Rûsyayê biryar daye bi mebesta parastina canê karmend û welatiyên Rûsyeyê yên ku di sektora petrolê li Besreyê kar dikin ji vê bajarê der bikevin û berê xwe bidin Hewlêrê.

Hikûmeta Rûsyeyê eşkere kiriye daku rewşa Besreyê aram nebe û ewlekariya karmend û welatiyên Rûsî neyê gerentîkirin, ev karmend û welatiyên Rûsî venagerin Besreyê.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.