Karmendê vê benderê jî dest bi xwepêşandanê kirin.
Li gor nûçeyeke Ajansa Reutersê îro tevahiya karmendên bendera Um Qesir ya Îraqê ku yek ji benderê herî mezin ya vê welatiye, dest bi xwepêşandanê kirine û jiber vê yekê jî ev bendera han hatiye daxistin.
Li gor nûçeyê karmendên vê benderê jî daxwaza kar û xizmetên baştir ji hikûmeta Îraqê kirine.
Di nûçeyê de hatiye nivîsandin ku xwepêşander rêya ku diçe benderê blok kirin û ti kamyonan nekarîbûn têkevin benrderê û ji wir derkevin.
Reuters herwiha belav kiriye ku berpirsên benderê ji karmendan re gotine hun dikarin biçin malên xwe û kar nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin