Şeva derbasbûyî li bajarê Koln ya Almanyayê êrîşî ser Dr, Bextiyar Îbrahîm Mokiryanî hate kirin.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê dane, şeva derbasbûyî li bajarê Kolnê li berdem mala Serokê komeleya dostatiya Kurdistan û Îsraîl Dr, Bextiyar Îbrahîm Mukiryanî hatiye kirin û nav hatî birîndar bûne.
Peyamnêrê me diyar kir ku êrîş ji aliyê çend kesên nenas ve hatiye kirin.
Niha rewşa tendirostiya Dr başe û piştî derman kirinê ji nexweşxaneyê derketiye û çûye mala xwe.
Hêjayê gotinê ye ku komeleya dostatiya Kurdistan û Îsraîlê çend sale hatiye damezrandin û kar bo bihêz kirina lobiya Kurdî li derve dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin