Gef li Dikandar û Kasibkaran kiribû.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê diyar kir ku birêveberatiya polîsên navenda Domîz ya polîsan a li Kerkûkê jê re ragihandiye ku hêzên polîs yên navenda Domîzê karîne îro înê keçek temen 18 sal ku endama DIŞIê ye binçav bikin.
Peyamnêrê me li ser zarê birêveberatiya polîs diyar kir ku ev keça han bi rêya nivîsandina name û avêtina wan bo nava dikan û cêyên kasibî kirina xelkê, gef li wan kiriye û piştî derketina vê bûyerê hêzên polîs dest bi lêkolînan kirine û ev keça han binçav kirine.
Polîs gotiye ku di lêkolînan de keça temen 18 sal yaku navê vê Muna Şukur Muhemede, li xwe mokir hatiye ku endama DIŞIê ye û kar bo DIŞIê dike û têkiliyên xwe li gel du endamên din yên DIŞIê hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin