Xwepêşandanên Besreyê didomin

ev 5 roje xwepêşandan didome
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 5 rojaye şêniyên bajarê Besreyê li dijî rayedarên vê parêzgehê û hikûmeta Îraqê dest bi xwepêşandanên girseyî kirine.

Di xwepêşandanên Besreyê de xwepêşander daxwaza ava vexwarinê, elektirîk û karê dikin û dibêjin ku her çen Besre yek ji parêzgehên herî zengîn ya Îraqê ye lêbelê ti şêniyeke Besreyî nehatiye îstîxdamkirin, ava vexwarinê tuneye û elektirîk jî tuneye.

Di xwepêşandanên dohê de hijmareke welatî ji aliyê polîs ve hatibûn kuştin û xwepêşanderan jî bi çekêrîşî ser civata parêzgeha Besreyê kiribûn û ev civat dagîr kiribûn.

Îro jî bi heman awayî xwepêşandan dom kir û aloziyên gelek mezin di navberaxwepêşander û polîsan de derketin, ji aliyeke din ve hikûmeta Bexdayê jî hêzeke zêde ya leşkerî şandiye Besreyê.

Xwepêşander jî behsa vê yekê dikin daku daxwazên wan bi temamî neyên cîhbicîhkirin vê xwepêşandanên xwe bidomînin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.