Dadgehê daxwaza azad kirina Leyla Guven qebûl nekir

dadgeh rê nade parlementera HDPê were azadkirin
کوردستان TV
100%

Danîşîna Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê hatibû hilbijartin, li 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir.

Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dadgehkirin ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê weke parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin.

Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir ku ji ber girtî ye nekarîbû sonda parlamenteriyê bixwe. Dadgehkirin wê 4ê Çiriya Paşiyê berdewam bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.