Serokê Amerîka Donald Trump berî civîna NATO ya li Brukselê ya paytaxta Belçîka, Yekîtiya Ewrûpa (YE) ser bazirganiyê, endamên NATO yên Ewrûpî jî ser lêçûnên hindik yên bo berevaniyê rexne kir.
Trump li ser Twitterê da zanîn ku welatên NATO lêçûnên bo berevaniyê par 40 mîlyar dolar zêde kiriye, lê ew têrê nake.
Trump diyar kir ku bi deh salan e Amerîka li gor welatên din bo berevanîyê zêdetir dide û got ku welatên wek Almanya divê demûdest pirtir pere bidin.
Trump dibêje Amerîka bo berevaniyê piştgiriyê dide Ewrûpa, lê Almanya bi Rûsya re peymana gazê îmza dike.''
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin