Serok Barzanî dibêje gelek dilgiranim bi bûyera Sineyê.
Îro Serok Barzanî jiber bûyera ku dohê li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê qewmî bû û di encam de nêzî 22 welatî canê xwe ji dest dabûn, peyameke sersaxiyê pêşkêş kir ku ev jî tekesta peyama hane;
Bi navê xwedê mezin
Mixabin nûçeya agir girtina paseke rêviyan li bajarê Sineyê ku bûye sedema can jidest dana hijmareke welatiyan û birîndar bûna hijmareke din, gehêşte me.
Mixabin ev bûyera han û can ji dest dana hijmarek welatiyan tevahiya me dilgiran kir, jiber vê yekê hevsozî û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyên vê bûyerê û şêniyên hêja yên bajarê Sineya xweşewîst diyar dikim û hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazim.
Daxwaz ji xwedê dikim sebir û sebûrî bide tevahiya aliyan.
Mesûd Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin