Hikûmeta Kurdistanê diyar kir ku di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de deriyê Tixûb ê Serzêrê jî wê were fermîkirin.
Rêvebirê Pir û Rêyan yê Duhokê Mehsûm Îbrahîm di derbarê geşedanan de daxuyaniyek da çapemeniya Kurdî û got ku Deriyê Serzêrê jî di nava 7 mehan de wê wekî deriyekî navnetewî were bikaranîn. Ji bo vê yekê Hikûmeta Kurdistanê 444 mîlyon dînar veqetandine.
Îbrahîm wiha berdewam kir: Heta niha rojê 700 rêwî û 150 trempêl di dêrî re derbas dibin. Lê welatî dixwazin ku derî 24 seetan vekirî be. Êdî sîstema elektronîk wê li vir jî were bikaranîn.
Deriyê Serzêrê di navbera Duhok û Geverê de ye û ji bo çûnûhatina gelê herêmê hatibû vekirin.
Heta niha ji xeynî deriyê Xêbûr, di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de deriyên navnetewî nîn in.
Di navbera Kurdistan û Îranê de bi navên Başmax, Perwîzxan û Hacî Omeran sê deriyên tixûb yên navnetewî hene.
Malê ku di çar deriyan re tê Kurdistanê, piştre li çar aliyên Iraqê belav dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin