Serok Barzanî û McGurk behsa şerê dijî DIŞIê kirin

Amerîka dibêje hevkariyên me berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir.

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê Breet McGurk kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Îraqê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdarbûn, behsa rewşa dawî ya deverê, rewşa Sûriyeyê, dilgiraniyên heyî yên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin û di vê derbarê de McGurk siyaset û helwestên Amerîkayê yên li hember guhertinên siyasî yên cîhanê, dever û Sûriyeyê ji Serok Barzanî re rave kir.

Rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî hilbijartinan û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê mijareke din ya vê civînê bûn û di vê çarçoveyê de jî Serok Barzanî ev yek dubare kir ku bo dubare nebûna şaştiyên berê û gehêştin bi hevpariya rasteqîn lazime hevpemaniyetiyeke pir alî li ser esasê hevparî, tewafoq û hevsengî were çêkirin û mekanîz û demek jî bo cîhbicîh kirina ev sê pirensîbên han were diyar kirin daku tevahiya pêkhateyan hest bi vê yekê bikin ku di nava prosesa siyasiya Îraqê de hevparin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.