Serok Barzanî: Lazime çanda pêşmergatî di nava ciwanan de were bihêz kirin

li gel civata serkirdartiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê civiya
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel civata serkirdatiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê civiya.

Îro Serok Barzanî li Selahedînê li gel civata Serkirdatiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê civiya û di civînê de şanda civata serkirdatiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe û hewldan bo çareser kirina kêşeyên ciwanan li Kurdistanê de kir û behsa vê yekê jî kir ku dest bi amadekar bo lidar xistina kongreya xwe kirine.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî spasiya yekîtiya ciwanên demokrat ya Kurdistanê û tevahiya endamên yekîtiya han kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest û behsa rola girîng ya yekîtiya han di nava qonaxên cuda cuda yên tevgera azadîxwaz ya kurdistanê kir.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rola jinan di nava jiyana siyasî,çandî, civakî û daxwaz kir di kongreya wan de pêgeha jinan were bihêztir kirin.

Serok Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa erkê herî girîng ya ciwanan kir ku ev jî bihêztir kirina hişiyariya netewiye û got: Lazime ciwan li hember çanda ku dixwaze nirxên civakê bê wate bike û ciwanên Kurdistanê ber bi bêomîdî dibe û wan ji azadîxwazî û nîştimanperwerî dûr dixe, rawestin.

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de balkêşande ser qonaxa beriya referandumê û piştî referandumê û anî ziman ku feriz kirina ermê waqê ya siyasî, leşkerî û zordarî li Kerkûk û deverên din nayê qebûlkirin û lazime bi dawî bibe.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.