Îtlaata Îranê du ciwanên Kurd binçav kir

Ji kurdistanê vegeriya bûn
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, şeva derbasbûyî îtlaata Îranê li bajarê Bûkanê êrîşî ser mala welatiyekê Kurd kirine û du korên vî binçav kirine.

Jêderên herêmî diyar kirin ku dohê bişev îtlaata Îranê li bajarê Bûkanê du ciwanên Kurd ku birayên hevin û ji Başûrê Kurdistanê vegeriya bûn binçav kiriye.

Li gor jêderan sedema girtina wan du ciwanan ku navên wan Ezîz û Amance, serdana Başûrê Kurdistanê ye.

Heta niha kes nizane ku îtlaat ev du bira biriye kûderê û çi bi serê wan aniye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.