Komîsyon 2015 navendên dengdanê destnîşan kiriye.
Di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantvê re berpirsê ragihandina komîsyona bilind ya hilbijartinên Kurdistanê Şoreş Hesen ragihand ku karên nû kirina amarên dengderan dom dikin û welatiyên Kurdistanê dikarin di rojên pêşiya me de bo pişt rast bûn ji hebûna navê xwe serdana wan navendên dengdanê bikin.
Şoreş Hesen herwiha diyar kir ku li seraserê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 15 navendên dengdanê ji aliyê komîsyonê ve hatine destnîşankirin.
Nav hatî diyar kir ku 84 ji wan bingehan li parêzgeha Silêmanî, 76 li parêzeha Hewlêrê, 47 li parêzgeha Dihukê û 8 navendên din jî li parêzgeha Helebceyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin