Rûsya rê nade hevkarî bigehên Başûrê Sûriyeyê

Rûsiya dibêje ti biryareke civata ewlekarî tuneye lewre wisa dikim
کوردستان TV
100%

Dohê civata ewlekariya NY li ser daxwaza hin welatan bo giftûgo kirin li ser rewşa Sûriyeyê bi taybetî rewşa însanî ya li Başûrê Sûriyeyê civiya.

Di civîna han de nunerên hin welatan bi taybetî Amerîka, Kuwait û Swêdê ew yek diyar kirin ku rewşa însanî ya li Başûrê Sûriyeyê gelek aloze û hêzên rejîmê li gel hêzên Rûsiyayê rê nadin ku hevkariyên însanî yên ku ji aliyê NY û saziyên medenî ve hatine şandin bigehêjin deverê.

Herwiha hate gotin ku Rûsiye rê nade şêniyên wan deverên ku hatine gemarodan, cêyên xwe bihêlên û ber bi sînorên navbera Sûriye û Ordinê ve biçe.

Rûsiyeyê jî di civînê de diyar kiriye ku jiber nebûna ti biryareke civata ewlekarî ya NY, rê nade ew daxwazên han werin cîhbicîhkirin.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.