Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî projeya ava kirina mezintirîn Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Cîhan û Rojhilata Navîn bi fermî dest pê kir.
Di merasima han de ku her yek ji balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê, Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û hijmarek ji wezîrên hikûmeta Kurdistanê amadebûn, her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Amerîkayê gotareke kurt derbarê girîngiya ava kirina mezintirîn Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşkêş kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember porjeya han diyar kir û projeya han jî bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê bi girîng wesif kir û balkêşande ser pêngavên Amerîkayê yên bo hevkarî kirina gelê Kurdistanê bi taybetî di dema ava kirina deverên dije firîn di şerê rejîma Îraqê ya li dijî Kurdan û herwiha hevkarî kirina hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê bo têk birina DIŞIê.
Barzanî projeya ava kirina Konsulusxaneya herî mezin ya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi nîşaneya girîngî dana Amerîkayê bi Kurdistan û têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê bilêv kir.
Her di vê merasima han de balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Dougllas Silliman jî diyar kir ku Amerîka berdewame li ser hevkarî û hemahengiyên xwe li gel Kurdistanê û ava kirina vê konsulusxaneya han ku mezintirîn konsulusxaneya Amerîkayê ye li cîhan û rojhilata navîn de nîşaneya vê yekê ye ku Amerîka girîngiyeke gelek zêde bi Kurdistanê dide.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin