Îro li Hewlêrê Konsulusxaneya Amerîkayê bi minasebeta salvegera serxwebûna Amerîkayê, ahengek lidar xist.
Di vê ahenga han de yaku hijmareke zêde nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê têde beşdar bûn, Serok Barzanî jî amade bû.
Di destpêka ahenga han de Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Dougllas Siliman peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser dîroka serxwebûna Amerîkayê.
Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe jî ya li hember amadebûna Serok Barzanî di vê ahenga han de diyar kir û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kir û anî ziman ku vê hevkariyên Amerîkayê yên bo Kurdistanê bo şerê dijî DIŞIê bidomin.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de balkêşande ser girîngiya pêgeha Kurdistanê û diyar kir ku jiber vê girîngiya han niha Amerîka li Hewlêrê mezintirîn Konsulusxaneya xwe ya li cîhanê ava dike û ew yek jî nîşaneyeke berçave bo bihêz bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin