YE daxwaza hilweşandina heşda şebî dike

civîn li ser rewşa Kurdistan û Îraqê bûye
کوردستان TV
100%

Îro parlementoya YE civiya û behsa rewşa Îraqê kir.

Di vê derbarê de nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê li Ewrûpayê Dilawer Ajgeyî li ser hesabê xwe ya li Facebookê peyamek nivîsî.

Ajgeyî di peyama xwe de diyar kiriye ku îro pêncşem parlementoya YEê bo giftûgo kirin projeyeke taybet bi rewşa Îraqê civiya û di civînê de behsa normal kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Nav hatî eşkere kiriye ku di proje qanûna ku îro li parlementoyê li ser vê giftûgo hatiye kirin tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime hikûmeta Îraqê tevahiya xalên destûrê bi taybetî xala 140an jî cîhbicîh bike.

Di beşeke din ya vê projeyê de behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de hatiye kirin û hatiye gotin ku lazime bilez rêxistina çekdar ya heşda şebî were hilweşandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.