Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke UNHCR bi Serokatiya berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê ya vê saziyê Emîn Ewad kir.
Di civînê de ku hijmareke rayedarên komîsyona UNHCR ya li Îraqê jî amade bûn, Emîn Ewad spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir ku pêşwaziya hijmareke zêde ji penaberan kiriye û hevkariyeke baş pêşkêşî wan kiriye.
Emîn Ewad herwiha behsa bernameya ajansa UNHCR ya bo vegerandina penaberan bo ser malên xwe û baştir kirina jiyana wan di nava kempan de kir.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya ajansên ser bi NY kir ku hevkarî pêşkêşî aware û penaberan dikin û li gel dezgeh û saziyên hikûmeta Kurdistanê jî hemahengî dikin.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî bo hevkarî kirina UNHCR bo vegerandina awareyan diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin