Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Japonê civiyan.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê Fumio Iwai û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê Katsumi Moriyasu û şandeke li gel wan kir.
Di civînê de balyozê Japonê diyar kir ku dema erkdariya vî li Îraqê bi dawî hatiye lewre bo xatir xwestinê serdana Kurdistanê kiriye û dixwaze jiber hevkariyên ku pêşkêşî vî kirine spasiya hikûmeta Kurdistanê bike.
Balyozê Japonê herwiha tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Japon û Kurdistanê kir.
Di beşeke din ya civînê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyozê Japonê kir bo kar û çalakiyên ku li Îraq û Kurdistanê bicîh aniye û herwiha rêzdariya xwe jî ya li hember hewldanên vî bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Japon û Kurdistanê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya hikûmeta Japonê jî kir ku hevkariya Kurdistanê kiriye û hêvî xwest di çarçoveya hevkariyên Japonê bo Îraqê de para Kurdistanê jî were dabînkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin