Balyozê Japonê spasiya Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Bexdayê Fumio Iwai kir.
Di civînê de ku Konsulusê Japonê yê li Hewlêrê Katsumi Moriyasu jî tê de amade bû, balyozê Japonê diyar kir ku armanc ji serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kudistanê ye jiber ku dema erkdariya vî li Îraqê bidawî hatiye û herwiha spasiya Serok Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema erkdariya vî de hevkariya vî kirine.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de hêviya vê yekê xwest ku têkiliyên navbera Japon û Kurdistanê bihêztir bibin û bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên kompaniyên Japonî di warê elektirîkê de li Kurdistanê de kir.
Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî hêviya serkeftinê ji Katsumi Moriyasu xwest û rêzdariya xwe jî ya li hember rola Japonê ya li Îraq û cîhanê diyar kir û hêviya bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê jî xwest.
Rewşa siyasiya Îraqê piştî hilbijartinan mijareke din ya civînê de û balyozê Japonê dilgiraniya xwe û welatê xwe li hember rewşa siyasî ya Îraqê û pêşeroja vê welatî ji Serok Barzanî re diyar kir û Serok Barzanî jî derbarê rewşa siyasiya Îraqê de tekez li ser vê yekê kir ku eger pirensbîbên şeraket di desthilata cîhbicîh kirinê û tewafoq di warê qanûnsaziyê de û hevsengî di nava dezgehan de werin berçav girtin vê demê Kurdistanê amadeye hevkariya prosesa siyasiya Îraqê û çareser kirina kêşeyan bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin