Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê partiya komonîst ya Îraqê Raêd Fehmî û şandeke pê re kir.
Di civînê de Raêd Fehmî ramanên partiya xwe yên derbarê prosesa siyasiya Îraqê û qonaxa piştî hilbijartinên parlementoyê bo Serok Barzanî rave kir û hêviya vê yekê xwest ku piştî eşkere kirina encaman tevahiya aliyan bikaribin di prosesa siyasî de hevpar bin.
Şanda mêwan herwiha diyar kir ku ew weke partiya komonîst ya Îraqê dixwazên tevahiya aliyan di prosesa siyasî debaşdar bin û eşkere kir ku partiya wan dixwaze ku helwestên lîsteya Saêrûn li hember daxwaz û mafên gelê Kurd erênî bin.
Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî rêzdariya xwe bo helwestên partiya komonîst ya Îraqê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê lazime li ser sê pîwanên şeraket, tevafoq û hevsengiyê be û got: Cîbicîh kirina wan sê pîwanan jî pêdiviya xwe bi gerentî û mekanîzmeke eşkere heye û lazime ew yek beriya diyar kirina kesan bo wergirtina postan werin diyarkirin.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku bo Kurdistanê ew her sê pirensîb, mekanîza goncav û gerentî ji kesan û postan girîngtire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin