Amerîka îro “Roja Serxwebûnê” pîroz dike.
4'ê Tîrmehê 242 mîn salvegera ragihandina serxebûna Amerîkayê ye ji bin desthilata Brîtanyayê.
welatiyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û nîşandanên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.
Li paytêxt Washington jî pîrozbahîya salane ya 4'ê Tîrmehê, bi tevlîbûna şenîyeke mezin tê kirin.
Di pîrozbahîyê de, ku di navbera Kongres û Qesra Spî de pêk were, ragihandina serxwebûnê wê wek şano, bi zindîkirina Thomas Jefferson, Benjamin Franklin û John Adams, ji beşdarvanan re were nîşandan.
Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsert pêşkêş dikin.
Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 stanên Amerîkî bi fermî Danezana Serxwebûnê (Decleration of Independence) belav kirin û peywendîyên xwe bi Brîtanyayê re qut kirin.
Şerê serxwebûnê berî wê yekê bi salekê destpê kiribû û heta sala 1783'an berdewam kiribû. Bi Peymana Parîsê, serwerîya Amerîka bi fermi hatibû nas kirin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin