Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Almanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê Georg Stöckl-Stillfried, û şandeke pê re kir.
Di destpêka civînê de Konsulusê Almanyayê Georg Stöckl-Stillfried, diyar kir ku armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku dema erkdariya vî weke Konsulusê Almanyayê bi dawî hatiye.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de spasiya dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema pîwerdariya vî de hevkariya vî kirine û diyar kir ku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê di asteke baş dene û hêvî xwest ku ev têkiliyên han bihêztir bibin.
Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî hêviya serkeftinê bo Konsulusê Almanyayê xwest û spasiya vî kir ku di dema pîwerdariya xwe de hewl daye daku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanayê bihêztir bibin û kêfxweşiya xwe jî ya li hember baş bûna asta têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hikûmeta Almanyayê jî kir ku di demên sext de hevkariya Kurdistanê kiriye.
Di beşeke din ya civîna han de behsa prosesa siyasî ya Îraqê, ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û rola Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de hate nîqaşkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin