Civata wezîran civiya û pişt re jî Serokwezîr presskonferansek lidar xist.
Îro civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê civiya û di civînê de behsa çend babet û mijarên girîng yên rojeva Kurdistan û Îraqê hate kirin.
Piştî civîna civata wezîran, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di presskonferansekî de behsa çend mijaran kir û naveroka civînê jî ji raya giştî re eşkere kir.
Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî got: Di roja 30 Îlonê de vê hilbijartinên parlementoyê werin kirin û heta niha ti aliyekê jî bi fermî daxwaza paşde xistina wan hilbijartinan nekiriye. Derbarê hilbijartinên parêzgehan de jî em niha giftûgo dikin û vê biryareke goncav jî were dayîn.
Derbarê rewşa Bexdayê de jî Nêçîrvan Barzanî got: Diyaloga me li gel Bexdayê piştî hilbijartinan jî dom dike û em dixwazên tevahiya firaksyonên Kurdistanî bihevre beşdarî bikin û niha PDK û YNKê jî bihevre weke yek tîm kar dikin.
Serokwezîr herwiha diyar kir ku niha wezareta darayî ya Kurdistanê lîsteyeke dabeş kirina mûçeyan amade kiriye û li gor vê lîsteyê mûçe tên dabeşkirin û girîng bo me ewe ku her 30 rojan carek mûçeya karmendan bidin wan.
Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku di civînê de raporta kompaniya Dillot ya derbarê şefafiyeta firotina petorlê de jî hatiye xwendin û mafê gelê Kurdistanê ye ku di vê mijarê de bibe xudan zaniyarî.
Derbarê têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê de jî Serokwezîr diyar kir ku li gel Serokkomarê Tirkiyeyê bi telefûn qise kiriye û jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li vî kiriye.
Barzanî herwiha eşkere kir ku behsa têkiliyên navbera Enqere û Hewlêrê jî kirine û her du alî li ser bihêztir kirina têkiliyan hemfikir bûne û got: Mimkune di demeke goncav de serdana Tirkiyeyê bikim.
Derbarê êrîşên Tirkiyeyê bo ser hin deverên sînorî yên Kurdistanê yên bi hinceta hebûna PKKê, Barzanî diyar kir ku, me ji PKKê re gotiye ku xwe ji xelkê medenî û cêyên jiyanê dûr bixe û em qebûl nakin ku axa Kurdistanê bo êrîş kirine ser ti welateke cîranê me were bikaranîn.
.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin