Li deverê artêşa Îraqê jî operasiyon lidar dixe.
Îro hêzên antî teror û artêşa Îraqê li devera Xormatûyê operasiyonek li dijî DIŞIê lidar xistin û hêzên pêşmerge jî li deverê ketine amadebaşiyê.
Di vê derbarê de Fermandarên hêzên pêşmerge diyar kirin ku îro hêzên antî teror, artêşa Îraqê û çekdarên heşda şebî li çend gundên derdorê Xormatûyê li dijî endamên DIŞIê dest bi operasiyonek kirine.
Ev operasiyona han jî piştî vê yekê hat ku demeke êrîşên DIŞIê yên bo ser artêşa Îraqê li deverê de zêde bûne û Fermandarên hêzên pêşmerge jî diyar dikin ku hêzên pêşmerge di operasiyonê de cê nagirin lê ketine amadebaşiyê û rê nadin ne DIŞI û ne ti hêzeke din nêzî sînorên wan bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin