Pêşmerge daxwaza artêşa Îraqê red kir

pêşmerge rê neda artêşa Îraqê
کوردستان TV
100%

Pêşmerge dibêje bi tundî bersifa her gaveke artêşa Îraqê didin.

Efserekî lîwaya yek ya wezareta pêşmerge ji Kurdistantv re ragihand ku îro Fermandarên hêzên pêşmerge û rayedarên artêşa Îraqê civiyan û di civînê de artêşa Îraqê daxwazek pêkêşî hêzên pêşmerge kiriye.

Ev Efserê han diyar kir ku artêşa Îraqê daxwaz ji hêzên pêşmerge kiriye ku rê bidin artêşa Îraqê daku ber bi hin gundên navbera Qerehencîr û Çemçemalê ve biçe lêbelê hêzên pêşmerge ew daxwaza han red kiriye.

Çavkanî herwiha diyar kir ku em weke hêzên pêşmerge bi tundî bersifeke tund didin her hewleke artêşa Îraqê yaku bo pêşrewî kirin li wan deveran bide.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.