Îro agir bi cebelxaneyek li bajarê Dihukê ket û ev cebelxane teqiya.
Peyamnêrê Kurdistantv li Dihukê ragihand ku piştî nîvroya îro sêşemê, agir bi cebelxaneyek li devera Aloka ya li Rojavayê Dihukê ketiye.
Peyamnêr diyar kir ku ev bûyera agir pêketinê jiber bilindbûna pileya germayê bûye û di encama vê bûyera han de cebelxane agir girtiye û teqiyaye.
Ev cebelxane ya hêzên pêşmergeya roj bûye.
Li bajarê Dihukê jî dengê teqînan tê bîstin û hêzên agir vemirandinê jî li cêyê bûyerêne lêbelê jiber tirsa çêbûna teqînan nikarên gelek nêzî cêyê bûyerê bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin