Îro Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî li gel şandeke civata ruhanî ya Êzidiyan civiya.
Di civînê de şande civata ruhanî ya Êzidiyan behsa rewşa deverê, penaberên êzidî, reşwa Îraq û pêşhatên nû kir.
Her di civînê de Fazil Mîranî jî diyar kir ku rewşa deverên Kurdistanê hertim wisa namîne û em bi her awayî hewl bo vegerandina tevahiya deverên Kurdistanî didin.
Mîranî di berdewamiya axaftinên xwe de amadebûna PDKê jî bo pêşkêş kirina her cure hevkarî bo xuşik û birayên Êzidî diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin