Serokwezîr û şandeke Amerîkî behsa rewşa deverê kirin

behsa çendîn mijaran hate kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayî kir ku ji her yek ji congressman Lindsey Graham, balyozê Amerîkayê yê  li Bexdayê Dougllas Siliman û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Ken Gross û çend rayedarên dîplmatîkî û leşkerî pêk hatibû.

Di destpêka civînê de şanda mêwan diyar kir ku armanca vê serdana han ewe daku ji nêz ve spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê bikin ku karîne pêşwazî ji hijmareke zêde penaberan bike û herwiha şanda mêwan rêzdariya xwe jî ya li hember rol û qehremaniya pêşmerge bo jinav birina gefên DIŞIê û parastina tevahiya pêkhateyan ji wan metirsiyan diyar kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa mafên pêkhateyên curbicur û afirandina rewşeke baş bo vegera penaberan hate kirin û di vê derbarê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî amadebûna hikûmeta Kurdistanê bo her cure hevkarî û hemahengiyek diyar kir.

Derbarê awa kirina hikûmeta nû ya Îraqê de jî Nêçîrvan Barzanî hêviya vê yekê xwest ku prosesa siyasî ya li Îraqê ber bi pêşve biçe û amade bûna Kurdistanê jî ji bûn bi beşek ji prosesa siyasî û çareser kirina kêşeyên Îraqê diyar kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.