Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Enqereyê kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serkkomarê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan, êvariya roja 02.07.2018ê, di peywendiyeke telefonî de behsa çend mijaran kir.
Bi boneya serkeftina Erdogan û partiya wî di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi germî pîrozbahî li serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û serkeftin jê re xwest. Erdogan jî spasiya Serokwezîr Barzanî kir.
Her du aliyan têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiyeyê nirxandin û tekîd li ser zêdetir pêşdebirina wan têkeliyan di hemû waran de kir û têkeliyên Hewlêr-Anqereyê ji bo her du aliyan bi giringî wesif kirin.
Serokwezîr Barzanî û Serokomar Erdogan di peywendiya telefonî de, rewşa herêmî û pêşhatên nû digel çend mijar û pirsên din gotûbêj kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin