Çîn û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Kompaniyên çînî dixwazin li Kurdistanê kar bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê nû yê Komara Çîn civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Komara Çîn yê li Hewlêrê Ni Roch û şandeke pê re kir.

Di civînê de Konsulusê nû yê Çînê spasiya hikûmet û dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir û anî ziman ku hewl dide daku têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê bihêztir bike, bi taybetî di warê siyasî, abûrî, bazirganî, rewşenbîrî û zanistî de.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku gelek kompaniyên Çînî dixwazin werin li Kurdistanê kar bikin.

Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbayî li Konsulusê nû yê Çînê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî jî xwesteke zêde ya hikûmeta Kurdistanê bo bihêztir kirina têkiliyên xwe li gel Çînê diyar kir û anî ziman ku kompaniyên çînî jî dikarin di warê awa kirina jêrxan, bazirganî û hêlbirînê de roleke girîng li Kurdistanê de bilîzin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.