Îro careke din balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna PKKê li deverê de, çend gund li devera Amêdiyê bordiman kirin.
Di vê derbarê de peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê diyar kir ku îro balefirên artêşa Tirkiyeyê çend gundên ser bi Nêrve û Rêkan û nihêlê ya ser bi Amêdiyê ve bordiman kirine.
Her çend heta niha ti zaniyarî derbarê zirar û ziyanên canî û madî yê bordimanê de nehatine bidestxistin lêbelê şêniyên wan deveran jî bifikarin û daxwaz dikin ku PKK û artêşa Tirkiyeyê şerê xwe ji deverên wan dûr bixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin