Ereb li dijî Kurd xwe bi çek dike

êrîşî ser Kurdan dikin û dibêjin DIŞIê kiriye
کوردستان TV
100%

Li Xaneqînê Ereb li dijî Kurdan xwe biçek dikin.

Berpirsê şaxê 15ê Xaneqînê yê partiya demokrata Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re ragihand ku li Xaneqîn û derdorê Şêniyên Ereb bi navê dijî DIŞIê, li dijî Kurdan xwe bi çek kirine.

Şêx Mistefa herwiha diyar kir ku gelek erebên deverê xwe bi çek kirine û metirsiyeke gelek mezin li ser şêniyên Kurd yên wan deveran heye.

Şêx Mistefa behsa vê yekê kir ku ev çekdarên han yên ku li Xaneqînê hatine damezrandin dest bi revandin û kuştina welatiyên Kurd kirine û dibêjin DIŞI ev karên han kiriye lêbelê ti elaqeyeke wan karan bi DIŞIê ve tuneye û ev çekdarên ser bi heşda şebî ev karên han dikin û êrîşî ser Kurdan dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.