Asayîşa Hewlêrê du bikuj binçav kir

li ser rêya Hewlêr û Koyeyê karê çetetiyê kirine
کوردستان TV
100%

Li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê ciwanek kuştibûn.

Îro asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek weşand û ragihand ku şeva derbasbûyî hêzên polîs li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê kemînek bo girtina du bikujan daniye û di encama kemîna han de du bikuj ji aliyê hêzên polîs ve hatine girtin.

Li gor daxuyaniya asayîşa Hewlêrê ew du bikuj di şeva Qedirê de ciwanek bi navê Semîr Rehman kuştibûn û pişt re jî ji cêyê bûyerê reviya bûn.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ev du kesên han heta niha çend kesên din kuştine û li ser rêya navbera Hewlêr û Koyeyê karê revandina xelk û gef kirin li xelkê kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.