Sedema birîndarbûnê bûyerên hatûçûyê ne.
Îro li navenda bajarê Dihukê li ser cadeya serekî ya vê bajarê, bûyereke hatûçûyê li berdem zanîngeha Dihukî Amerîkî qewmî.
Li gor jêderên hatûçûyê, di encama bûyera han de sê welatî birîndar bûne û zirareke mezin jî ber du tirimbîlan ku li hev dane ketiye.
Dohê êwarê jî li ser rêya serekî ya navbera Dihuk û Hewlêrê de bûyereke din qewmî bû û di encam de 7 welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin