Li Efrînê 2 ciwanên din hatin qetilkirin

piştî cîhadiyên terorîst geef li wan kiribûn
کوردستان TV
100%

Li Efrînê cenazeyên 2 ciwanên din yên ku beriya niha cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve gef li wan dixwarin, hate dîtin.

Dewleta Tirk û cîhadiyên vê yên li Efrînê roj bi roj sûcên giran li dijî mirovahiyê pêk tînin.  Sivîlan direvîn in, destdirêjiyê, talan, xwestina fîdye û komkujî pêk tîn in.

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê, du ciwanên ku 4 roj berê winda bibûn hatin dîtin. Çavkaniyên herêmî ragihandin, Mihemmed Elî yê 17 salî û welatiyê Ereb ê bi navê Xelef ê 35 salî ku bavê 3 zarokan bûn, beriya 4 rojan li gundê Birc Evdello ya navçeya Şêrewa ya Efrînê winda bûn. Cenazeyên her du kesan li nava bexçeyên hinara yên gundê Birc Evdelloyê hatin dîtin.

Xelef, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, xwe li herêma Efrînê ku herêma ewle bû, girtibû.

Şahidan gotin, çeteyên El-Hamzat ên dewleta Tirk, çend roj beriya windabûna Mûhammed Elî û Xelef, gef li wan xwarine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.