Kurdên Kakeyî peyamek pêşkêşî raya giştî kirin

behsa metirsî û êrîşên DIŞIê dikin
کوردستان TV
100%

Îro pêncşem hijmareke zêde ji Kurdên Kakeyî yên şêniyên gundên derdorê Kerkûkê peyamek pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê, Îraq, NY û saziyên medenî yên civaka cîhanî kirin.

Kurdên Kakeyî di peyama xwe de diyar kirine ku gund û deverên wan bûne armanca êrîşên terorîstên DIŞIê û terorîstên DIŞIê bi awayekî hovane êrîşî ser deverên wan, mezarge û cêyên wan yên olî dikin.

Di beşeke din ya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku terorîstên DIŞIê bi awayekî berdewam êrîşî ser dever û gundên Kakeyiyan dikin û welatiyên Kakeyî bi tawana qaşo kafir bûnê dikujin.

Kurdên Kakeyî herwiha daxwaza hevkariyê ji aliyê têkildar jî kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.