Li bajarê Reqayê yê Sûriyê di navbera HSDê û rêxistina girêdayî wê Suwar Reqayê şer derket. HSDê rêxistina erebî ya Suwar Reqayê ji Reqayê derxist û serokê rêxistinê jî girt. Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji Spûtnîkê re axivî û diyar jir ku HSDê bajarê Reqayê ji rêxistina Suwar Reqayê paqij kiriye.
Li gorî zanyariyên ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin wergirtin, hêzên rêxistina Suwar Reqayê ku ji ereban pêk tê û girêdayî HSDê ye ji aliyê HSDê ve ji Reqayê hatin derxistin.
Rêxistina Suwar Reqayê ji ber giliyên welatiyan ji bajêr hat derxistin û piştî encama şer û pevçûnan serokê rêxistinê Ebû Îsa tevî 2 kurên xwe radestî HSDê kirin.
Rêxistina Suwar Reqayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangî Amerîkayê kir ku HSDê ew dorpêç kirine û xwestin ku li dijî HSDê operasyonê bêne kirin. Ebû Îsa û 2 kurên wî li Eyn Îsayê tên ragirtin û herwiha hindek çekdarên din jî di girtîgehê de ne.
Hêzên HSDê beriya du rojan bi 3 hezar şervanan çûbûne Reqayê û rêxistina Suwar Reqayê ji bajêr derxistibû. Ji ber operasyonê li bajêr qedexeya derve hatibû ragihandin.
Rêxistina Suwar Reqayê (Şoreşgerên Reqayê) ku hezar çekdarên xwe hene di şerê Kobaniyê de ligel YPGê şerê DAIŞê kiribû û di derxistina DAIŞê ji Reqayê rolek leyîstibû.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji Spûtnîkê re axivî û diyar jir ku HSDê bajarê Reqayê ji rêxistina Suwar Reqayê paqij kiriye. Berkel wiha axivî:
"Ji ber giliyên welatiyan HSDê rêxistina Suwar Reqayê û hêzên wê yên ku peywendiyan bi bi DAIŞê re heye, ji bajêr hatin derxistin. Xelkê bajêr ji vê operasyonê kêfxweş bû. Di operasyonê de welatiyan jî alîkariya HSDê kir. Gelê Reqayê ev çete nedixwestin. Ji ber vê yekê gel ji ber operasyonê û encamên wê kêfxweş e. Di operasypnê de zirarek negihaşte şêniyên bajêr. Di encama operasyonê de Serokê Rêxistina Suwar Reqayê û çekdarên girêdayî wî xwe radestî HSDê kirin. Ji ber operasyonê li bajêr rewşa awarte hebû lê belê piştî operasyonê rewş niha asayî ye."
Bajarê Reqayê par bi piştgiriya Amerîkayê ji DAIŞê hatibû paqijkirin û meha borî di navbera HSDê û rêxistina Suwar Reqayê de ragêşî çêbûbûn û şer derketibûn. Çen caran jî li dijî YPG xwepêşandan hatibûne lidarxistin.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin