Ciwanên Kurd binçav dikin.
Parêzgarê ne qanûnî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî kiriye daku hêzeke zêdetir bişîne Kerkûkê.
Li gor jêderên nûçeyan Rakan Seîd ji Ebadî re ragihandiye ku hêzên heyî yên li Kerkûkê nikarên rewşa ewlekarî ya vê bajarê kontrol bikin lewre lazime hêzeke zêdetir bo vê bajarê were şandin.
Seîd herwiha diyar kiriye ku ew çend roje ku DIŞI lêv û tevgerên xwe yên li Kerkûk û derdorê zêdetir kiriye û hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê nikarên pêşî ji lêv û tevgerên DIŞIê bigirin.
Ji aliyeke din ve hate diyarkirin ku ew çend roje hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê li taxên Kurdî yên li vê bajarê digerin û bi ser malan de digirin û ciwanên Kurd binçav dikin û eşkence li wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin