Generelekî Îranî li Bokemalê hat kuştin

berpirsê perwerdehiya leşkerî bûye
کوردستان TV
100%

Fermandarê Îranî û rahênerê moşekên Tow ê general Şahrox Dayî Por li bajarê Bokemal a rojhilatê Sûriyê hat kuştin.

Li gorî ragihandina ajansa Farsê ya Îranê, Fermandarê Îranî û rahênerê moşekên Tow general Şahrox Dayî Por duh li bajarokê Bokemal a nêzîkî sînorê Iraqê di erîşekê de hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku general Şahrox Dayî Por di salên bûrî de rahêner û serperiştiya çekdarên mîlîşyaya Hizbulah a Libnanî dikir û di êrîşa Îsraîlê ya roja Înê 22 Hezîranê de hatiye kuştin.

Berî çend rojan hejmarek ji çekdarên mîlîşyayên Îranî, efxanî yên bi rêjîma Sûriyê re şer dikin di encama hin êrîşan de hatin kuştin, hat gotin ew êrîş ji aliyê firokeyên Îsraîlê ve hatibûn kirin.

Sputnik

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.