Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) rewşa awarte û qedexeya derketinê li bajarê Reqayê ragiahndin ji ber ihtimala ku komên girêdayî DIŞIê êrîşên terorê pêk bînin.
Li gor sputnikê Fermandarê Giştî ya Hêzên Asayîşê li bajarê Reqayê îro yekşemê ragihand ku ji bo pêwîstiyên ewlekarî û berjewendiya giştî, ji saet pêncê sibeha îro ve rewşa awarte û qedexe derketinê li bajarî hatiye ragihandin û ew dê heta pêncê sibeha roja sêşemê dewam bike.
Di daxuyaniyê de ji her kesî hat xwestin ku pabendiyê bi daxuyaniyê bikin heta ku xeter, terorîst û planên wan ji nav bibin.
Li gorî daxuyaniyê, îstîxbarata Fermandarê Giştî ya Hêzên Asayîşê li bajarê Reqayê kariye hinek agahiyan bi dest bixe ku "komên girêdayî DIŞIê ji bo êrîşan pêk bînin ketine nava bajarî."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin