Artêşa Sûriyeyê careke din Dera bordiman kir

bi bermîlên bombe kirî êrîş kiriye
کوردستان TV
100%

Bi bermîlên bombekirî çend deverên Derayê bordiman kir.

Di vê derbarê de navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi (SOHR) jî tê nasîn belav kir ku îro careke din artêşa rejîma Beşar Esed bi bermîlên bombe kirî êrîşî ser hin deveran bajarê Dera kiriye.

Li gor daxuyaniya  SOHRê balefir û kopterên şerê yên artêşa Sûriyeyê îro înê bi bermîlên bombekirî êrîşî ser hin deveran li bakûrê Rojhilatê Derayê û di encam de zirarên gelek mezin bi wan deveran ketine.

SOHRê derbarê hijmara kuştî anjî birîndaran de ti zaniyarî belav nekiriye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.