Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê diyar kir ku îdîaya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku digot "Me li civîna kadroyên pêşeng ên PKKê xistine" derew e. KCK destnîşan kir ku, "Ev derewa li qesrê hate amadekirin, hewldana dawî ya beriya hilbijartinê ye."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di mîtîngên partiya xwe ya ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê de îdia dike ku balafirên şer ên Tirkiyeyê civîna kadroyên pêşeng ên PKKê ên bombebaran kirine û 35 rêveberên PKKê hatine kuştin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê li ser îdiayên Erdogan daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku ev îdîa derew e û propganda ji bo hilbijartinê ye.
Daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê wiha ye:
"Tayyip Erdogan ev çend roj in ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve, dereweke mezin dike. Medya alîgirê wî jî vê derewê belav dike. Li gorî vê derewê; bi balafirên şer li civîna rêveberiya me xistine û 35 hevalên me şehîd bûne. Ev yek gava dawî ya Erdogan e ku fêhm kiriye wê di hilbjartinê de têk biçe. Bi rêya dereweke bi vî rengî dixwaze dengê hin şovenîstan û dijminê kurdan bigire. Xuya ye dibêjin, 'eger em çend roj beriya hilbijartinê bêjin wê derewa me eşkere nebe û em ê sûdê ji vê derewê bigirin'. Ev derewa bêbingeh li qesrê hatiye amadekirin. Jê heye ku mûxalefet wê li ber vê derewê ranebe û eger li ber rabe jî wê ji mûxalefetê re bêje 'hûn alîgirê terorê ne?' û bêdeng bike. Ji xwe mûxalefetê ti bersiv nedaye vê derewa Erdogan a ji bo hilbijartinê. Me beriya niha bi hin wesîleyan dabûn xuyakirin ku beriya hilbijartinê wê serî li pîlanan, komplo û provokasyonan bidin. Derewa 'me li civînê xistin, 35 rêveber ji holê rakirin' vê yekê radixe pêş çavan."
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin